Amerîka ji ber biryareka hikûmeta Iraqê bêhêvî bûye
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku, Waşinton ji berevajîkirina biryara Iraqê ya cemidandina saman û serwetên Hizbulah û Ensarulahê yên Yemenê bêhêvî bûye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller îro (Şemî, 6ê Berçileya 2025ê) di çavpêkeftinekê de bi kanala MTVyê re ragihand ku, herdu komên Hizbulah û Ensarulahê li ser deverê û tevaya cîhanê gef in.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez jî kir ku, divê welatên deverê rêyê li bikaranîna deverên xwe ji aliyê ajanên Îranê ji bo perwerde, komkirina pereyan, bidestxistina çekan an jî kirina êrîşan bigirin.
Matthew Miller herwesa got: "Amerîka dê berdewam zextê li ser Iraqê bike, da ku rêkarên konkirîtî li dijî wan koman bi cih bîne ên ku ji hêla Îranê ve tên piştgirîkirin û gefan li berjewendiyên Amerîka û Iraqê dikin."
Hikûmeta Iraqê li roja 17ê Mijdara 2025ê navên 61 koman ragihandin, ku biryara cemidandina saman û serwetan ji wan digire, wekî Hizbulaha Libnanî û Ensarulaha Hûsiyên Yemenê. Vê pêngavê bi liberçavwergirtina têkiliyên Iraqê bi Îranê û komên girêdayî wê ve bertekên siyasî yên bilez di hundirê Iraqê de li pey xwe anîn.
Hikûmeta Iraqê ji bo bicîhanîna wê biryarê komîteyek çê kir. Wê komîteyê beyannameyek weşand û tê de ron kir ku, ew destnîşankirin ji ber xeletiyeka îdarî bû, ji ber vê yekê navnîşan dê bê sererastkirin ji bo nehêlana wan aliyên ku têkilî bi çalakiyên terorîstî ve nînin.
Wê komîteyê amaje jî da ku, biryara berê li ser bingeha daxwazeka Malezyayê hatiye derxistin, di bicihanîna biryarnameya 1373ê ya Nivîsîngeha Berhingarbûna Terorê ya Neteweyên Yekgirtî de ku DAIŞ û Qaîdeyê dike armanc, ne komên wekî Hizbulahê an Hûsiyan.
Ev redkirina hikûmeta Iraqê bi derxistina navên Hizbulah û Ensarulahê ji lîsta wan koman, ên ku li ser ewlehiya deverê û cîhanê bi giştî gef in, bû sedem ku Amerîka bertekan ragihîne, bi rengekî ku Amerîkayê ragihandiye: "Ji ber vê kiryara hikûmeta Iraqê, Amerîka bêhêvîbûneka mezin hîs dike. Divê Iraqê ew kom ji kar û çalakî û bidestxistina saman û serwetan rawestandiban, ne ku navên wan ji lîsta cezakiriyan derxistiban."
