Gera yekê ya pêşangeha navmaliyan li Silêmniyê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Pêşangeheka navneteweyî ya navmaliyan ji bo cara yekê li Silêmaniyê hat vekirin. Hejmareka şîrketên Îranî tevlî wê pêşangehê bûne û dê berhem û karên xwe yên herî dawiyê di warê navmaliyan de nîşan didin.

Ev pêşangeh ji 6ê vê mehê hatiye destpêkirin û dê heta 13ê vê mehê li Pêşangeha Navneteweyî ya Silêmaniyê berdewam be. Deriyê wê her roj ji saet 11:00 ê berî nîvroyê heta 6:00 ê êvarê ji bo welatî û bazirganan vekirî ye.

Her çend her sal li wî bajarî pêşangehên cuda cuda tên lidarxistin jî, lê ev cara yekê ye ku pêşangehek tenê ji bo navmaliyan tê terxankirin. 10 şîrketên Îranî ji bajarên Hemedan, Îsfehan, Tehran û deverên din tevlî wê bûne. Armanca vê tevgerê avakirina pirên têkiliyan di navbera bazirganên Herêma Kurdistanê û Îranê de û bistehbûna bi daxwaza bazarê ye.

Hisên Salihî, ku xwediyê kargeheka navmaliyan e û ev 25 sal in di vî warî de dixebite, ji bajarê Hemedanê hatiye. Wî ji Kurdistan24ê re got: "Ev çar heta pênc mehan ne ku em amadekariyan ji bo vê pêşangehê dikin. Armanca me ew e ku, em kalitiya herî baş bi bihayekê guncayî pêşkêş bikin."

Hisên Salihî herwesa got: "Em li vê derê ne da ku ji nêz ve daxwazên xelkê Silêmaniyê bibînin û bizanin çi ji wan re girîng e, da ku em ji wan re çê bikin.”

Niha, gelek pêşbirkê di sûka navmaliyan de heye û ji bilî berhemên navxweyî, navmalî ji welatên wekî Tirkiye, Çîn, Misir û Amerîkayê jî ji bo Herêma Kurdistanê tên hawirdekirin.

Serokê Şaxa Helebçeyê ya Yekîtiya Hawirdekar û Hinardekaran Ceza Reza jî ji aliyê xwe ve amaje da qebareya bazirganî û got: "Her çend me amareka taybetî tenê ji bo navmaliyan tune be jî, lê bi gelemperî her sal kelûpel bi bihayê 6 heta 7 milyar dolaran ji Îranê bo Herêma Kurdistanê tên hawirdekirin, ku hejmareka zêde ya wan jî ji bo bajarên din ên Iraqê tê şandin.”