Jineka Helebçeyî baştirîn doşava hinaran çê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi gihîştina demsala hinaran re, cotkar û jinên bajarê Helebçeyê dest bi çêkirina doşava hinaran a xwezayî û bitam dikin ku pir navdar e. Mehabad Fetah jineka bajarê Helebçeyê ye û ev deh sal in ku her sal doşava hinaran li nav baxê xwe çê dike.
Mehabad di derheqa westiyana di pêvajoya çêkirina wê de dibêje: "Em ji saet 7:00 ê sibehê dest pê dikin heta 11:00 ê şevê, malbata me vî karî bi hev re dike."
Li gorî gotinên wê jinê, ji bo bidestxistina nêzîkî çar dubiyên doşava hinaran, ew hewceyê 20 dubiyên ava hinaran in.
Mehabad di derheqa celebên wê de jî ron dike ku, li Helebçeyê du celebên sereke yên hinaran hene; Selaxanî hene, ku tameka xweş heye û doşava wan ne tirş û ne jî şîrîn e, herwesa Hinarên Tirş jî hene, ku bi taybetî ji bo wan kesan tê çêkirin ên ku ji tama tirş hez dikin.
Ji ber kalitî û xwezayîbûna vê berhemê, bikir wê ji bo malê daxwaz dikin. Hin caran jî bikir hene ku daxwaza 10 kîlograman dikin. Ev doşava hinaran wekî pêkhateyeka sereke ji bo zelate, birincê reş, masî û mirîşkan tê bikaranîn.