Serok Barzanî pîrozbahî li zanayê Kurd Reşad Mîran kir ku xelata "Pûşkîn" wergirtiye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 8ê Berçile pêşwazî li civaknas û zanayê naskirî yê Kurd Dr. Reşad Mîran kir û ji ber wergirtina xelata navdewletî ya "Pûşkîn" pîrozbahî lê kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo hewldanên zanistî û akademîk ên Dr. Reşad Mîran anîn ziman.
Serok Barzanî destxweşî li Dr. Reşad Mîran kir ku xelata "Pûşkîn" bi dest xistiye. Hêjayî gotinê ye ku ev xelat meha borî li bajarê Moskoyê ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve ji bo wî hatibû bexşîn.
Di beşeke din a hevdîtinê de, Dr. Reşad Mîran spasiya Serok Barzanî kir û kurteyek derbarê kar û xebatên xwe yên zanistî de şirove kir. Herwiha wî çend pirtûkên xwe yên nû wekî diyarî pêşkêşî Serok Barzanî kirin.