Îbrahîm Biro: Şam tekrewiyê dike û HSD bêyî ENKSê danûstandinan ligel Şamê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Îbrahîm Biro, di yekemîn salvegera rûxandina rejîma Esed de, tevî kêfxweşiya rûxandina dîktatoriyê, hikûmeta nû ya Ehmed Şera dest bi siyaseteke "tekrew" kiriye û Kurd û aliyên siyasî yên din ji proseya biryardanê dûr xistine.

Îbrahîm Biro îro 8ê Berçile beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û bal kişand ser rewşa siyasî, aborî û proseya danûstandinên Kurdan ligel Şamê û ev xalên sereke destnîşan kirin:

"Hikûmeta nû şaşitiyên mezin dike"

Biro diyar kir, piştî 61 salan ji desthilata Beisê, rûxandina rejîmê ji bo hemû Sûriyeyiyan û bi taybetî Kurdan rojeke pîroz e. Lê belê, wî rexne li hikûmeta nû ya bi serokatiya Ehmed Şera girt û got: "Tevî ku ev hikûmet ji aliyê civaka navdewletî ve (Amerîka, Rûsiya, welatên Ereb û Tirkiye) hatiye qebûlkirin, lê li navxwe şaşitiyên mezin dike. Hikûmeteke yekreng ava kirine û nûnerên Kurd û aliyên din ên siyasî tê de nînin. Pêwîst bû kongreyeke niştimanî bihata lidarxistin û destûreke nû bihata amadekirin."

"Em nenavendîbûna siyasî dixwazin, ne ya îdarî"

Derbarê mafên Kurdan de, Biro tekez kir ku hikûmeta Sûriyeyê ya niha tenê behsa "nenavendîbûna îdarî" dike, lê daxwaza Kurdan "nenavendîbûna siyasî" ye.

Biro got: "Mafê neteweyî yê Kurdan tenê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ne sînordar e. Kurd li Efrînê û bajarên mezin ên Sûriyeyê jî hene û divê mafên wan di destûrê de bên parastin. Em dixwazin zanibin ka kîjan nenavendîbûn dê bê sepandin; ya ku em dixwazin nenavendîbûna siyasî ye."

"HSD karta Kurdî xistiye bin kontrola xwe"

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê rexneyên tund li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêveberiya wê girtin ku bi awayekî yekalî danûstandinan bi Şamê re dikin û li gorî rêkeftina "10ê Adarê" tevdigerin.

Herwiha got: "Karta Kurdî ketiye destê HSDê. Di 10ê Adarê de rêkeftinek ligel HSDê kirine ku Amerîka û Tirkiye jî çavdêr bûn. Ji ber wê rêkeftinê, Şam niha li rêyeke din a çareseriyê nagere. Ev şaşitiyeke mezin e ku doza Kurd xistine ajandayeke leşkerî. Kesên HSDê û PYDê desthilat radestî aliyekî Kurdî yê hevbeş nekirin."

"HSD û PYDê bêyî ENKSê 6 ofîsên fermî li Şamê vekirine"

Biro eşkere kir ku HSD, PYD û TEV-DEM'ê bêyî ENKSê û li dijî ruhê "Konferansa Yekrêziyê", 6 ofîsên fermî li Şamê vekirine û bi tenê danûstandinan dikin.

Derbarê vegera ENKSê bo Şamê de jî Biro got: "Em ne bi îradeya xwe ya şexsî, lê bi biryara ENKSê vedigerin Şamê. Armanca me ew e ku em li wir bin da ku em bikaribin mafên gelê xwe biparêzin û beşdarî proseya siyasî bibin, ji ber ku dûrketin û valakirina qadê xizmeta doza me nake."