Festîvala Fîlman a Amedê ya Sêyem dest pê kir

Diyarbekir (K24) – Festîvala Fîlman a Amedê ya Sêyem li Diyarbekirê dest pê kir, derhêner û amadekarên festîvalê balê dikêşin ku sinemaya kurdî her ku diçe pêş dikeve lê pirsgirêkek a sinemaya kurdî ew e ku gelek derhênerên navdar ên kurd fîlmên xwe derveyî kurdî bi zimanên din dihunin. Derhênerên kurd ên di festîvalê de beşdar in jî dibêjin çand dîrok û erdnîgariya kurdan bo sînemayê têra xwe tije û dewlemend e.

Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, Akademiya Sînemayê ya Rojhilatanavîn û Sînebîrê Festîvala Fîlman a Amedê ya Sêyem li navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê deriyên xwe vekir. Festîval cara yekem 2012ê de hatibu li darxistin, ya duyem 2016ê de bû û piştî 9 salan jî ya sêyem tê li darxistin. Festîvalê de kurtefîlm û dokümanter jî tê de bi giştî 84 fîlm dê werin pêşandan. Rêvebirên Festîvalê dibêjin sinemaya kurdî her ku diçe pêş dikeve lê hîn jî nekariye potansiyela xwe ya dewlemend derbixe holê.

Rêvebırê Festîvalê Ardîn Dîren ji K24ê re got: “Hîn jî potansiyela sinemaya kurdî baş derneketiye holê, rêyek dur û dirêj li pêş sinemaya kurdî ye lê bi salan e festîvalên wisa de fîlmên kurdî beşdar in, hafizayek arşîvek a sinemaya kurdî çêbuye, her ku diçe pêş dikeve, festîvalên wisa jî ji ber vê yekê girîng in.”

Derhênerên beşdarî festîvalê buyîn balê dikêşin ku sinemaya kurdî tevî hemu astengî û kêmderfetiyan hewl dide berhemên serkeftî biafirîne lê divê berî her tiştî derhênerên kurd berhemên xwe bi zimanê xwe bikêşin.

Derhêner Ozkan Kuçuk dibêje: “Pirsgirêkên sinemaya kurdî hene, mixabin beşek derhênerên kurd bi bikevin bazarê bi erebî û tirkî fîkamn dikêşin, divê derhênerên kurd bi zimanê xwe fîlman bikêşin da ku sinema jî ziman jî bi hvere pêş bikevin.”

Di Festîvala Fîlman a Amedê ya Sêyem de ji Herêma Kurdistanê jî derhêner beşdar in û derhênerên Herêma Kurdistanê amaje dikin ku festîvalên wisa bo derhêneran dibe pirek a hunerî.

Derhêner Rowal Navgundî jî got: “Festîvalên wisa dibin wesîle ku derhêner werin cem hev, hevdu binasin, berhemên xwe bidin nasîn û li berhemên hev temaşe bikin, bi vê yekê diakrin sudê ji hev bigirin û bi hevre projeyan jî çekin.”

Îsal diruşmeya Festîvala Fîlman a Amedê ya Sêyem “Dinya Bi Çîrokan Tê Ba Hev” e û dê heta 14ê berfanbarê vegotina van çîrokên hunerî berdewam be.