Sûriye: Salek piştî ketina rejîmê, koçber vedigerin lê bi krîzan re rûbirû dimînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şerê navxwe yê Sûriyeyê ku di sala 2011an de dest pê kiribû, bû sedema kuştina bi hezaran kesan û koçberbûna mîlyonan. Niha, piştî derbasbûna salekê di ser hilweşîna rejîma Esed re, pêleke mezin a vegera koçberan bo ser zêdên xwe dest pê kiriye.
Muhend, piştî heft salên penaberiyê li Tirkiyeyê, tevî hevjîn û heft zarokên xwe vegeriyaye Îdlibê. Muhend dibêje: "Zarokên min niha Tirkî baş dizanin, li vir diçin dibistanên hikûmetê, lê hêj di xwendin û nivîsandina Erebî de zehmetiyê dikişînin."
Muhend ku berê aşpêj bûye û di şer de destekî xwe winda kiriye, niha bi birayê xwe re dikaneke şîrînahiyê vekiriye. Ew gilî û gazincan ji krîza xaniyan û bihabûnê dike û dibêje: "Kirêya xaniyekî hinekî baş di navbera 300-500 dolarî de ye. Ez ji bo vî xaniyê ku em tê de ne, tevî ku kevn û xirab e, 120 dolar didim. Ev ji bo min pereyekî zêde ye."
Muhend destnîşan dike ku xizmetguzarî pir kêm in, elektrîk rojane tenê 2-3 saetan heye û ava vexwarinê dikirin. Tevî van zehmetiyan, ew dibêje: "Vegerîna welêt hestekî ku nayê wesifkirin e. Dema li Tirkiyeyê bûm ez ditirşiyam ku li xerîbiyê bimirim, lê niha em li ser axa xwe ne."
Meysa jî piştî 11 salan vegeriyaye Şamê û wekî mamosteya karê destî dixebite. Meysa dibêje: "Divê em her tiştî ji sifirê dest pê bikin. Em niha 12 kes di malekê de dijîn. Debara jiyanê pir zehmet e, her tişt biha ye."
Meysa diyar dike ku rojane 6 saetan elektrîk heye û heftane tenê çend saetan av tê, lê dîsa jî hêvîdar e: "Ez hest bi azadiyê dikim û baweriya min bi pêşerojê heye. Ez êdî natirsim."
Lê belê nifşê nû ne hevnêrîn e. Fereh (18), ku di 9 saliya xwe de çûbû Tirkiyeyê, dibêje: "Xwezî em venegeriyana. Tirkiye xweştir bû, jiyana li vir ji bo min zehmet e û ez Sûriyeya berê naynin bîra xwe."
Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM), nêzîkî 16 mîlyon kes li Sûriyeyê hewcedarê alîkariyê ne û zêdetirî 6 mîlyon kes jî hêj koçberên navxweyî ne.
Enflasyon, kêmbûna xizmetguzariyên giştî û krîza xaniyan, bi taybetî li gundewarên Heleb, Hums û Şamê didome. Ji sedî 90ê xaniyên koçberan ji ber şer wêran bûne û pêwîstiya wan bi nûjenkirinê heye.
Her wiha koça kesên pispor bûye sedema daketina kalîteya xizmetên tenduristî û perwerdeyê. Tevî hemû krîzan, koçberên ku vegeriyane, bi hêviya avakirina jiyaneke nû û aram li pêşeroja welatê xwe dinêrin.