Îmarat: Di êrîşa li ser konsulxaneya me ya li Hewlêrê de du karmendên ewlehiyê birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Îmaratê bi tundî êrîşa "terorîstî" ya bi dronan ku li dijî konsulxaneya wan a li Hewlêrê hatibû kirin, şermezar kir. Di êrîşê de du karmendên ewlehiyê birîndar bûn.
Wezareta Derve ya Îmaratê îro 14ê Adarê daxuyaniyek belav kir û tê de aşkere kir, ev cara duyemîn e di hefteyekê de êrîşî konsulxaneya wan a li Herêma Kurdistanê tê kirin. Hat ragihandin ku di encama vê êrîşa dawî de, du karmendên ewlehiyê birîndar bûne û ziyaneke mezin a madî gihîştiye avahiya konsulxaneyê.
Îmaratê di daxuyaniya xwe de tekez kir, armancgirtina nûneratî û baregehên dîplomatîk, binpêkirineke eşkere ya hemû yasa û rîtuelên navneteweyî ye, bi taybetî Peymana Viyanayê ya Têkiliyên Dîplomatîk.
Wezareta Derve ya Îmaratê hişyarî da ku ev cure êrîş "pêşhateke metirsîdar e" û gef e li asayîş û aramiya navçeyê.
Dewleta Îmaratê daxwaz ji hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku lêkolîneke hûr derbarê vê êrîşê de bidin destpêkirin û aliyên berpirsiyar diyar bikin. Herwiha daxwaz kir ku hemû rêkarên pêwîst werin girtin, da ku encamderên êrîşê werin cezakirin.
Di dawiya daxuyaniyê de, Îmaratê dubare kir ku ew her cure êrîşên ku armanca wan têkdana aramiyê ye red dikin û bi bîra civaka navneteweyî anî ku parastina baregehên dîplomasî û karmandên wan, erkekî qanûnî û navneteweyî ye.