Rojnamevanên Sînornenas: Îsal 67 rojnamevan hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas di rapora xwe ya salane de, artêşa Îsraîlê wekî "dijminê herî dijwar ê rojnamevanan" pênase kir. Li gorî raporê, di nava 12 mehên borî de li seranserê cîhanê 67 rojnamevan hatine kuştin ku nîvê wan li Xezzeyê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve bûye.

Rapora Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas ku îro 9ê Berçile hat belavkirin, heyama di navbera Berçileya 2024an heta destpêka Berçileya 2025an li xwe digire. Di raporê de hat diyarkirin ku tundiya hêzên çekdar (çi fermî çi nefermî) û komên sûcdar li dijî rojnamevanan zêde bûye.

Rêxistina navdewletî ya ku parastina mafên rojnamevanan dike, di rapora xwe de bi hevokeke balkêş dibêje: "Rojnamevan namirin, belkî têne kuştin."

Li gorî daneyan, ji 67 rojnamevanên ku di nava vê salê de hatine kuştin, nîvê wan li Kerta Xezzeyê û bi guleyên hêzên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistinê destnîşan kir jî, artêşa Îsraîlê di nava 12 mehên dawî de, ji bilî rojnamevanan, 29 hevkar û xebatkarên medyayê jî li Xezzeyê kuştine.

Li gorî amarên Federasyona Rojnamevanan a Navdewletî, di sala 2024an de 104 rojnamevan û di sala 2023an de jî 129 rojnamevan li seranserê cîhanê hatibûn kuştin.