12emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Dihokê dest pê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – 12emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Dihokê îro 9ê Berçile dest pê dike û dê heta 8 rojan berdewam bike. Di festîvala îsal de, ji bilî nîşandana fîlman, gelek panel û çalakiyên hunerî jî dê bên lidarxistin.
Berpirsê Ragihandina Festîvalê Hesen Arif ji Kurdistan24ê re ragihand, hemû amadekarî qediyane. Arif diyar kir ku zêdetirî 100 ciwanên xwebexş di birêvebirina vê xulê de cih digirin û bi dehan sînemakar û hunermendên cîhanî beşdar dibin.
Di festîvala îsal de bi giştî 110 fîlmên xwemalî û biyanî tên nîşandan. Mijara sereke ya îsal wekî "hişkesalî û guhertinên keşûhewayê" hatiye destnîşankirin û fîlmên di vî warî de derdikevin pêş.
Îspanya îsal wekî "welatê mêvan" beşdarî festîvalê dibe û dê bi 13 fîlmên xwe di bernameyê de cih bigire. Fîlm dê li sê cihên sereke yên li navenda bajarê Duhokê bên nîşandan.
Li aliyê din, hat zanîn ku amadekarên festîvalê di nava danûstandinan de ne ji bo vexwendina stêrkeke sînemayê ya navdar (Ereb, Tirk an Faris), lê heta niha biryara dawî di vî warî de nehatiye dayîn.
Hesen Arif destnîşan kir, ev festîval ji bo pêşxistina sînemaya Kurdî û nasandina bajarê Dihokê li cîhanê derfeteke girîng e.