Sûdanî: Em nahêlin ax û asmanên me bo pevçûnan bên bikaranîn

"Tenê dewletê mafê biryardana şer û aştiyê heye"

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Iraqê helwesta fermî ya hikûmeta xwe li beranberî aloziyên deverê ragihand û tekez kir ku, biryara şer û aştiyê tenê di destê dewletê de ye. Herwesa tevî amadekariyan ji bo îhtîmala girtina Tengava Hurmizê, hikûmetê desthilata birêvebirina krîzê da Wezareta Petrolê.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Sêşem, 3ê Adara 2026ê) di çarçoveya serperiştîkirina civîna Encûmena Wezîran de tekez kir ku "tenê dewletê û dezgehên wê yên destûrî maf heye ku li ser mijarên şer û aştiyê biryaran bidin.

Sûdanî haydarî da her aliyekî ku bizavê bike Iraqê bixe nav şer û pevçûnan û ragihand: Hikûmet dê bi tundî û bi hemî hêza xwe rûbirûyî her bizavekê bibe, ku niyeta wê tevlîkirina Iraqê di pevçûnan de be, ji ber ku berjewendiyên bilind ên gelê Iraqê ji her tiştî girîngtir in. 

Serokwezîrê Iraqê pabendbûna hikûmeta xwe bi parastina serweriya welat tekez kir û got ku, rê nayê dayîn ku asman, ax û avên Iraqê bibin qad an rêyek ji bo pevçûnên deverê.

Sûdanî li ser ewlehiya navxweyî jî ron kir: Hêzên çekdar ên Iraqê bi hemî pêkhate û celebên xwe ve pabendî erkên xwe yên qanûnî ne, ji bo parastina milkên giştî û taybetî, û herwesa dabînkirina parastina tevahî ji bo balyozxane û nûnerên dîplomatîk li welat. 

Li ser asta aborî û wekî amadekariyek ji bo xeterên paşerojê, Encûmena Wezîran biryarek da. Li gorî wê biryarê, desthilata tevahî bi Wezareta Petrolê hatiye dayîn da ku serederiyê li gel her krîzeke pêşbînîkirî di pêvajoya hinardekirina petrola xav û berhemên petrolê de serederiyê bike, ku mimkin e ji ber îhtîmala girtina Tengava Hurmizê çê bibe.

Serokwezîrê Iraqê rênimayên tund dane aliyên têkildar ku çavdêriya sûkê bikin û pêdivîtiyên ewlehiya xwarinê dabîn bikin, herwesa rêyê li her bizavekê bigirin ku ji bo bikaranîna rewşa niha bi merema bilindkirina bihayan bê kirin.

Sûdanî herwesa bang li hêzên siyasî yên neteweyî jî kir ku, gotara xwe ya siyasî bikin yek û rûbirûyî şerê derûnî û propagandayan bibin.

Navbirî herwesa got ku, Iraq dê li pêgeha serokatîkirina Lûtkeya Erebî ji bo hevahengiya helwestan bi armanca tenahiyê û rawestandina pevçûnên leşkerî li deverê gelek bizavan bike.