Trump: Kes nizane me kî bo serokatiya Îranê destnîşan kiriye

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Srokê Amerîkayê ragihand ku, Îranê di sê hefteyên borî de di dema xwenîşandanan de 35 hezar kes kuştine. Me ji gelê Îranê re gotiye ku li malên xwe bimînin ji ber ku em bombebaran dikin. Herwesa got: Em dê nehêlin ku tu kesek bizane kî di hişê me de ye ku serokatiya Îranê werbigire.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Sêşem, 3ê Adara 2026ê) li Koçka Spî bi Şêwirmendê Alman Friedrich Mertz re civiya, paşî ji rojnamevanan re axivî û got: Em dê têkiliyên xwe yên bazirganî û aborî bi Almanyayê re gelek berfireh bikin. Îranê hêza deryayî û asmanî nemaye, hemî hat pûçkirin û tiştek jê nema. Em dixwazin bizanin ka di rojên bê de dê çi çê bibe.

Di bersiva pirsa rojnamevanekî de, ku tê gotin ku Îsraîlê ew kêşane nav şer. Trump got: "Na, biryara min di destê min de ye. Min gotiye berî ku ew êrîş bikin, em dê bikin. Min hîs kir ku heke em êrîş nekin, ew dê bikin.

Navbirî eşkere jî kir: Îranê di sê hefteyên borî de di xwenîşandanan de 35 hezar kes kuştine. Me ji gelê Îranê re gotiye ku li malên xwe bimînin ji ber ku em bombebaran dikin. Em dê nehêlin ku tu kesek bizane kî di hişê me de ye ku serokatiya Îranê werbigire.

Serokê Amerîkayê amaje jî da ku, hin ji welatên Ewropayê alîkariya me kiriye û yên din jî hîn tiştek negotiye, bi taybetî Almanya pir bêhempa ye, û serokê NATOyê jî bi eynî rengî, lê helwesta Spanyayê pir xirab e. Min dev ji Rojhilata Navîn bernedaye, belkî min dev ji Ukraynayê berdaye. Ger ez wê demê Serokê Amerîkayê bûma, min nedihişt ku şerê Rûsya û Ukraynayê çê bûba.

Şêwirmendê Alman Friedrich Mertz jî ji aliyê xwe ve ragihand: Em bi Amerîkayê re gelek li hev dikin ku, rejîma Îranê hilweşînin. Em dê di civîna xwe ya bi Trump re li ser paşeroja Îranê nîqaş bikin.