Asayîşa Hewlêrê gotgotka êrîşa li ser westgeheke sotemeniyê li Quştepeyê red kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebiriya Asayîşa Hewlêrê daxuyaniyek li ser şewata ku li westgeha sotemeniyê (Rastî) li qezaya Quştepeyê çê bûye belav kir û tê de eşkere kir ku, ew bûyer bi tu çalakiyeke leşkerî ve girêdayî nîne.
Birêvebiriya Asayîşa Hewlêrê îro (Sêşem, 3ê Adara 2026ê) daxuyaniyek belav kir û tê de amaje ku, “Di derheqa şewata li westgeha benzînê (Rastî) de, ku li xaçerêya qezaya Quştepeyê ye, em welatiyan haydar dikin ku wê bûyerê tu peywendî bi êrîşên bi dron û mûşekan ve nîne”.
Asayîşê di wê ronkirinê de sedema rastîn a wê bûyerê eşkere kir û maje da ku, ew agir tenê ji ber şorteke elektrîkê ya di jeneratora wê westgehê de çê bûye.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.