Parêzgarê Silêmaniyê: Bi tu rengan neçin cihê bombebarankirî li taxa Beranan

Heval Ebûbekir
Heval Ebûbekir

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgarê Silêmaniyê daxwaz ji welatiyan dike ku, li malên xwe bimînin, herwesa heke ji bo karekî pêdivî nebe, dernekevin.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir îro (Sêşem, 3ê Adara 2026ê) ragihand ku, em daxwazê ji welatiyên bajarê Silêmaniyê dikin ku, ji bo parastin û silametiya xwe û rênegirtina li tîmên rizgarkirinê û aliyên peywendîdar, bi tu rengan serdana cihê bombebarankirî yê taxa Beranan nekin.

Parêzgarê Silêmaniyê herwesa got ku, li malên xwe bimînin û dernekevin û heke ji bo karên pêdivî nebe, wan rêyan bi kar neyînin.

Berî demeke kêm dronek li Girê Rîaeyê yê bajarê Silêmaniyê ket. Li gorî zanyarên destpêkê, du kes birîndar bûne.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.