Qubad Talebanî: Hefteya bê YNK û PDK dicivin
Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e hefteya bê şandên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo gotûbêjkirina pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bicivin.
Endamê Polîtburoya YNKê Qubad Talebanî di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re ragihand, biryar bû civîn îro 9ê Berçile bihata kirin, lê hatiye paşxistin. Talebanî destnîşan kir ku danûstandin dê hefteya bê dest pê bikin.
Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, civîn dê li Polîtburoya YNKê li Hewlêrê birêve biçe. Şanda danûstandinkar a PDKê dê di bin serperiştiya Hoşyar Zêbarî de be û serokatiya şanda YNKê jî dê ji aliyê Qubad Talebanî ve were kirin.
Heta niha PDK û YNKê çendîn civînên li ser asta bilind ji bo pêkanîna kabîneya nû kirine, li gorî zanyariyan jî her du alî li ser piraniya mijaran li hev kirine û tenê mijara dabeşkirina postan maye.