Hikûmetê raportek li ser êrîşên li ser jêraneya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporeka berfireh bi sernavê Armanckirina Jêrxaneya Enerjiyê li Herêma Kurdistanê (2018-2025)" belav kir, ku tê de hejmareka êrîşên sîstematîk eşkere dike ku jêrxaneya aborî û enerjiyê ya Herêma Kurdistanê kirine armanc û zirarên mezin ên madî û mirovî jê peyda bûne.

Li gorî wê raportê, di xwezaya wan êrîşan de di dema heft salên borî de guhertinên xeter çê bûne û li ser çar qonaxan tên parvekirin:

Qonaxa Yekê (2018-2021): Êrîş navber navber û neberfireh bûn, tenê bi merema têkbirin û bêzarkirinê bi rêya mûşekên Katyoşa dihatin kirin.

Qonaxa Duyê (2022): Guhertinên bingehîn çê bûn û malên veberhênerên enerjiyê rasterast hatin armanckirin. Bûyerên herî berçav bombebarankirina mala Şêx Baz Kerîm Berzincî li Adara 2022ê bi 12 mûşekên balîstîk û li Nîsan û Gulanên eynî salê jî, Parzinîngeha Kelakê li Deşta Neynawayê hatin armanckirin.

Qonaxa Sêyê (2023-2024): Wan êrîşan rasterast jiyana sivîl û veberhênanê kir armanc, ku yên herî berçav şehîdkirina sermayedar Pêşrew Dizeyî û endamên malbata wî li Berçileya 2024ê û êrîşa bi dronan a li ser Zeviya Kormorê bûn ku bû sedema kuştin çar karkerên biyanî.

Qonaxa Çarê 2025: Têkbirina bi temamî ya sektorên elektrîkê û petrolê.

Wê raportê sala 2025ê wekî "qonaxa çarê” û qonaxa her xeter binav kir, ku armanca wê têkbirina bi temamî ya sektorên petrolê û elektrîkê bû:

Êrîşa pole-dronan (Tîrmeha 2025ê): Êrîşeka hevdem kir ser pênc zeviyên petrolê (Xurmele, Sersink, Pêşxabûr, Tawkê û Şêxan) ku bû sedema rawestandina berhemanîna 220 hezar bermîlên petrolê di rojekê de.

Êrîşa li ser Kormorê (26ê Mijdara 2025ê): Êrîşeka berfireh li ser embara gaza şil a malan (LPG) hat kirin.

Li gorî tabloya ku rewşa elektrîk û enerjiyê berî û piştî êrîşa dawiyê ya 2025ê dide ber hev, zirar bi vî rengî hatine tomarkirin:

Berhemanîna gazê: Ji 750 milyon pêyên sêcarkî daketiye sifirê.

Berhemanîna elektrîkê: Ji 4200 MW daketiye kêmtir ji 1000 MW (yanî windakirina zêdetir ji 3000 MW).

Saetên pêşkêşkirinê: Ji 18 heta 24 saetan, rewş ji bo qutbûna bi temamî li piraniya deveran hatiye guherin.

Erdnîgariya Bandorê: Tarîtiyê bi ser hemî parêzgehên Herêma Kurdistanê, Kerkûk û Neynawayê de girt û hinardekirina enerjiyê ji bo tora neteweyî ya Iraqê jî rawestiya.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dawiya wê raportê tekez dike ku, ev êrîş li ser ewlehiya enerjiya neteweyî û jîngeha veberhênanê li seranserê Iraqê gef in, li dûrî her xwendineka siyasî.