Li Dêrsimê erdhejek çê bû
Diyarbekir (K24) - Saziya Rewşên Lezgîn û Karesatan a Tirkiyeyê (AFAD) eşkere kir ku, li Pilemûrîya ya nevçeya Dêrsimê erdhejek bi hêza 4.2 çê bû.
Ji aliyê AFADê ve hat eşkerekirin ku, kûrahîya erdheja saet 15.34 çêbûyî 7 kîlometre hatiye pîvan û heta niha agahiyên tu zirarên canî an madî nehatine standin.
Ew erdhej li Dêrsimê û bajarên deverê bû sedema metirsiyê.