Li ser raspardeya Serokê Hikûmetê, tîmên tendirustiyê bi hawara lêqewimiyên Çemçemalê ve çûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amarên fermî yên qurbaniyên lehiya Çemçemalê eşkere kirin û ragihand, li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi lez ketiye tevgerê û rasterast çavdêriya dermankirina birîndaran dike.

Di daxuyaniyekê de, Wezareta Tendirustiyê ragihand, ji ber lehiya li navçeya Çemçemalê, du welatiyan (kalemêrekî 72 salî û jineke 22 salî) canê xwe ji dest dane û 12 welatiyên din jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê, piştî rûdana karesatê, Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî bi hevahengî ligel Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî û Rêveberê Nexweşxaneya Giştî ya Çemçemalê Dr. Nuredîn Celal, dest bi çavdêriya rêkarên hawarçûnê kiriye.

Hat diyarkirin, tîmên ambûlans û hawarçûnê di demeke kurt de gihîştine cihê bûyerê û li nexweşxaneyan jî bijîşk û karmendan xizmetguzariyên bilez pêşkêşî lêqewimiyan kirine.

Wezîrê Tendirustiyê: Em li ser xetê ne

Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî derbarê bûyerê de got: "Roja Sêşemê 9ê Berçileya 2025an, mixabin ji ber lehiyeke bihêz li Çemçemalê du welatiyan canê xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn. Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, em yekser ligel aliyên peywendîdar û tîmên tendirustiyê yên Silêmanî û Çemçemalê ketin ser xetê da ku bi hawara welatiyan ve biçin."

Berzincî amaje bi wê yekê jî kir, tîmên tendirustiyê di erkê xwe de berdewam in û hemû pêdiviyên bijîşkî û çareseriyê ji bo birîndar û lêqewimiyan hatine dabînkirin.

Wezîrê Tendirustiyê, tevî derbirîna xemgînî û sersaxiyê ji bo malbatên qurbaniyan û xwestina şîfayê ji bo birîndaran, spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ku bi berdewamî li ser xetê ye û xemxurê rewşa welatiyan e. Herwiha destxweşî li Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Silêmaniyê, nexweşxaneya Çemçemalê û hemû bijîşk û karmendan kir ku bi dilsozî xizmeta lêqewimiyan kirine.