Bilindbûna asta ava Zêyê Biçûk ziyan gihande projeyên masiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Çandiniyê ya Teqteqê ragihand, ji ber barana zêde û bilindbûna asta ava Zêyê Biçûk, ziyaneke mezin gihîştiye projeyên hewzên masiyan û beşek ji wan di bin avê de mane.

Rêveberê Çandiniyê yê Teqteqê Sebah Osman îro 10ê Berçile ji Kurdistan24ê re ragihand, pêla baranê bandoreke neyînî li ser projeyên masîvaniyê kiriye.

Sebah Osman diyar kir, ji ber bilindbûna asta ava Zêyê Biçûk, li sînorê Teqteq, Şivan û Axçelerê beşeke zêde ya projeyên hewzên masiyan di bin avê de mane, avê ew birine û ziyaneke mezin a maddî gihiştiye xwediyên wan.

Ziyanên lehiya Çemçemalê

Li aliyê din, bandora wê pêla baranê ya ku duh dest pê kiribû, li Çemçemalê giran bû. Qaymeqamê Çemçemalê Remk Remezan derbarê ziyanên lehiyê de aşkere kir:

- Ziyanên canî: 2 welatiyan canê xwe ji dest dane û 14 kes jî birîndar bûne.

- Ziyanên madî: Li navenda Çemçemalê, nahiyeyan û gundan ziyanên mezin çêbûne; zêdetirî 500 xanî û 100 dikanan ziyan dîtine û 4 pirên li sînorê qezayê hilweşiyane.

Asta baranê pîvaneyî ye

Li gorî amarên Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdhejnasiya Herêma Kurdistanê, rêjeyeke zêde ya baranê bariye. Tenê di nava 12 demjimêran de:

- Derbendîxan: 80.2 mm baran bariye.

- Çemçemal: 80 mm baran bariye.

Ev rêje wekî asta herî bilind a baranê li Herêma Kurdistanê di vê pêlê de hatine tomarkirin.