Baregeha Barzanî sersaxî ji malbatên qurbaniyên lehiyên Çemçemal û Kerkûkê re xwest

Navenda Nûçeyan (K24) - Baregeha Barzanî di ragihandinekê de sersaxî ji malbatên qurbaniyên lehiyên qezaya Çemçemalê û Leylanê li Kerkûkê re xwest û herwesa daxwaza zû çarebûnê ji birîndaran re jî kir.

Baregeha Barzanî îro (Sêşem, 9ê Berçileya 2025ê) ragihand: “Bi mixabiniyeka mezin ve di encama barîna zêde ya baranê û lehiyan li qezaya Çemçemalê û Leylanê li Kerkûkê de, sê welatî mirin û çend kesên din jî birîndar bûn.”

Bargeha Barzanî herwesa sersaxî ji malbat û xizmên qurbaniyan re xwest û ragihand: “Em ji Xudayê mezin dixwazin ku canê Xudêjêraziyan bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bide xizmên wan, herwesa em ji birîndaran re jî hêviya başbûnê dixwazin.”

Bargeha Barzanî herwesa bang li Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê kir ku, di zûtirîn dem de di hawara lêqewimî û zirardîtiyên wê bûyerê biçe û çi ji destê wê tê ji bo alîkariya wan bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî her îro di peyamekê de sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û hevxemiya xwe ji şêniyên deverê re tekez kir, û hêvî jî kir ku birîndar di zûtirîn dem de baş bibin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî her îro peyameka hevxemiyê weşand û tê de sersaxî ji malbatên qurbaniyên Çemçemalê re xwest û ji birîndaran re jî çareserbûneka bilez xwest.

Mesrûr Barzanî eşkere jî kir ku, wî wezaretên peywendîdar û rêveberiyên xwecihî erkdar kirine ku di hawara lêqewimiyan biçin û her alîkariyeka pêdivî be pêşkêşî wan bikin.

Pêleka bihêz û giran a baranê duhî (Duşem, 8ê Berçileya 2025ê) piraniya parêzgeh û deverên Herêma Kurdistanê vegirtin, û ji ber barana zêde li hin deveran lehî rabû û zirarên canî û madî çê bûn.