‘Kurdistan Foundation’ pêngaveke hawarhatinê ji bo ziyandîtiyên Çemçemalê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Saziya ‘Kurdistan Foundation’ ragihand, li ser raspardeya Arîn Barzanî, dest bi pêngaveke berfireh a alîkariyê ji bo welatiyên ku ji ber lehiyê li Çemçemalê ziyan dîtine, kirine.

Saziya ‘Kurdistan Foundation’ îro 10ê Berçileyê, pêngaveke komkirin û gihandina alîkariyan ji bo qurbaniyên lehiya duh a Çemçemalê da destpêkirin.

Rêvebera Program û Hevkariyan li Saziya ‘Kurdistan Foundation’ Dr. Yara Berzincî di kongreyeke rojnamevanî de ragihand; ev pêngav li ser raspardeya Arîn Barzanî, damezrênerê saziyê, ketiye cîbicîkirinê û armanca wan a sereke "hawarhatina bilez a ziyandîtiyan û dabînkirina pêdiviyên serekî ye".

Dr. Yara diyar kir ku tîmên wan ji sibeha îro ve gihiştine navçeya Çemçemalê û mil bi milê hêzên navxweyî, dest bi nirxandina qebareya ziyanan û gihandina alîkariyên bilez kirine.

Derbarê hûrgiliyan de, berpirsa saziyê got: "Ji îro ve tîmên me mijûlî vedana konan (çadiran) in ji bo wan malbatên ku xaniyên wan ziyan dîtine. Em ê alîkariyê pêşkêşî zêdetirî 500 malbatên ziyandîtî bikin û kelûpelên pêwîst ji wan re dabîn bikin."

Dr. Yara tekez kir, wekî ciwanên Kurdistanê, ew vê yekê wekî erk û berpirsyariyeke niştimanî dibînin û amade ne bi hemû şiyanên xwe alîkar bin.

Saziya ‘Kurdistan Foundation’ bang li welatî û xêrxwazan kir ku ew kesên dixwazin beşdarî vê pêngavê bibin, dikarin bi rêya platforma "Volunteer.krd" navên xwe tomar bikin.

Hat ragihandin, konê komkirin û dabeşkirina alîkariyan ji demjimêr 12:00ê nîvro ve li tenîşta Binkeya Polîsê Çemçemalê hatiye vedan û amade ye ji bo pêşwazîkirinê.