Festîvala Navdewletî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, 17emîn Festîvala Navdewletî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê dest pê kir. Di festîvala îsal de 12 grupên şanoger ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdar in û hunera xwe pêşkêş dikin.

Sekreterê Desteya Rêveberiya Festîvalê Qutbedîn Sadiqî di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, festîvala îsal pênc rojan berdewam dike û bûye platformek ji bo hevdîtina hunermend û şanogerên Kurd.

Sadiqî got: "Me karî em peywendiyê di navbera hunermendan de, di navbera hunermend û xelkê de û di navbera hunermend û berpirsan de ava bikin. Hemû hewldanên me ew in ku em careke din bikarin şanoya Kurdî ya Seqizê bi rê ve bibin û bikin navendek ji bo guftûgo û çavpêkeftinan."

Xwendekarekî beşdar ê bi navê Sîhad Nayif ku ji Dihokê hatiye, kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Ev tiştekî gelekî baş e. Lêkombûna her çar parçeyan gelek giring û ciwan e. Ev yek nîşan dide ku her çend e em çar birayên ji hev cuda bin jî, em hemû di bin sîwana hunera Kurdî de tên gel hev."

Yek ji lîstikvanên beşdar Nesîre Qehremanî ku ji bo cara yekem derdikeve ser dikê, hestên xwe parve kirin û got: "Ev yekem car e ku ez derdikevim ser dikê û li pêşberî xelkê hunera xwe pêşkêş dikim. Min rola 'Tezlan' û 'Gordaferîd' û rola xelkê di nav qehwexaneyê de lîst."

Xwendekarekî din ê şanokar ji Dihokê jî anî ziman ku ev cara duyem e beşdar dibe û got: "Ez kêfxweş im ku li Seqizê beşdarî festîvala şanoyê dibim. Hunermend ji her çar parçeyên Kurdistanê tên û hunera xwe pêşkêş dikin."

Remzî Nefexçî ku yek ji derhêner û şanogerên diyar e, bal kişand ser asta bilind a hişyariya xelkê. Nefexçî got: "Xelkê niha gelekî hişyar e û dizane. Bi saya ragihandin, televizyon û pirtûkan, xelk dikare cudahiyê bixe navbera şanoya baş û xirab. Ev yek asta festîvalê bilindtir dike."

Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê yek ji girîngtirîn çalakiyên hunerî li Rojhilatê Kurdistanê ye û salane mazûvaniya bi dehan hunermend û komên şanoyê dike.