Mûzexeyek li Krêndê; cihek ku darên hişkbûyî lê dibin şakarên hunerî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berevajî mûzemaxaneyên heyî ku tenê şûnwar û keresteyên dêrîn ên serdemên borî nîşan didin, "Mûzemaxaneya Huner û Xwezayê" li bajarê Krêndê yê Parêzgeha Kirmanşanê çemkê mûzemaxaneyê guhart û di rêya taşîn û bikaranîna darên ketî û hişkbûyî yên nava xwezayê de, peyameka hişyariyê ya kûr bo parastina jîngehê û nebirîna darên zindî xistiye ber çavan.

Dema behsa mûzemaxaneyê tê kirin, gelek caran hizir û nerînên giştî ber bi gozeyên kevn, kelûpelên misî û paşmayên şûnwarî yên bi sedan salan berî niha; lê li bajarê Krêndê yê Parêzgeha Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê "Mûzemaxaneya Huner û Xwezayê" ev hevkêşeya berbelav guhart û dîtineka temam a nû peyda kir.

Ev mûzemaxane, ku di sala 2023ê de bi destûriya fermî dergehên xwe vekirin, amanca wê ya serekî tenê komkirin û parastina kelûpelên dêrîn nîne, belkî gehandina peyameka jîngehî û mirovî ye, ew jî ev e: rêzgirtina li xwezayê, destkarînekirina darên kesk û zindî û pêşkêşkirina jiyaneka nû bo wan dar, çil û qurmên ku di nava xwezayê de hişk bûne û ketine ser erdî.

Seraserî wan peyker û tabloyên darîn ên ku di nav wê mûzemaxaneyê de hatine nîşandan, berhemê destrengîniya hunermend û dahênerê mûzemaxaneyê ne; ku bi jêhatîbûn ve formê balinde, canerwer û nexşeyên cuda cuda yên xwezayê bi wan darên paşguhxistî daye.

Taybetmediya diyar a vê navendê di wê yekê de ye ku li şûna şûnwarên serdemên borî, can daye tiştên hişkbûyî yên jîngehê. Her çend e cihê mûzemaxaneyê bi xwe di bingeh de xaniyekî dêrîn û kelepûrî ye, lê naverok û felsefeya wê derbirînê ji hunereka hevçerx û jîngedost dike, ku bi renc û hevkariya endamên malbatekê hatiye avakirin û birêve birin.

Mûzemaxaneya Huner û Xwezayê ya Krêndê selimand ku mûzemaxane di serdemê îro de tenê embara tiştên borî nîne, belkî dikare bibe pireka zindî bo parastina jîngeha niha û paşerojê; cihek ku tê de darên bêcan bi destê hunerê ji windabûnê tên rizgarkirin û dibin vegerandina çîroka parastina xwezayê.