Serok Barzanî pîrozbahiya Berhem Salih kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî di peywendiyeka telefonî de pîrozbahiya Berhem Salih kir, ku postê Serokê Komîsyarên Bilind ên Karûbarên Penaberan wergirtiye.

Li gorî ragihandina Baregeha Barzanî, Serok Mesûd Barzanî di peywendiyeka telefonî de pîrozbahiya Dr. Berhem Salih kir, ku postê Serokê Komîsyarên Bilind ên Karûbarên Penaberên Rêkixstina Neteweyên Yekgirtî wergirtiye.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de amaje da ku, Serok Barzanî di wê peywendiyê de kêfxweşiya xwe anî ziman ku Kurdekî ew posta girîng li ser asta Neteweyên Yekgirtî wergirtiye û hêviya serkeftinê ji Dr. Berhem Salih re xwest.