Mazlûm Ebdî: Peymana 10ê Adarê nexşerêya Sûriyeya nû ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ragihand, ketina rejîma Beis encama têkoşîna dehên salan e, lê serkeftina rastîn bi cîbicîkirina "Peymana 10ê Adarê" û mîsogerkirina mafên Kurdan di destûra nû de pêk tê.

Li bajarê Hesekê, îro 13ê Berçileyê 10emîn salvegera damezrandina Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hat lidarxistin. Mazlûm Ebdî di merasîma de gotarek pêşkêş kir û bi hûrgilî nirxandin li ser qonaxa nû ya Sûriyeyê kir.

"Ketina Esed qonaxa pêşîn bû"

Fermandarê Giştî yê HSDê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rûxana rejîma Beis û got: "Ketina Esed qonaxa pêşîn a şoreşê bû. Kêfxweşiya Sûriyeyê dê temam nebe, heta ku daxwazên wan bi cih neyên."
Ebdî tekez kir jî, armanca gelê Sûriyeyê ne tenê rûxandina kesekî, lê avakirina sîstemeke nû ya li ser bingeha azadiyê ye, berevajî sîstema yekreng û zordest a berê.

Peymana 10ê Adarê: Bingeha Sûriyeya Nû

Xala herî girîng a axaftina Ebdî, hûrgiliyên wê peymanê bûn ku di 10ê Adara borî de ligel hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê hatiye îmzekirin. Ebdî ev peyman wekî "Bingeha Sûriyeya Nû" pênase kir.

Mazlûm Ebdî got: "Bi armanca ku şer were rawestandin û Sûriyeyeke nû ava bibe, em bi hikûmeta veguhêz re ketin nava têkiliyan û Peymana 10ê Adarê hat îmzekirin. Bendên vê peymanê dîrokî ne û dê bibin stûnên hêza Sûriyeyê. Em wek HSD û Rêveberiya Xweser ji her kesî bêtir pabendî vê peymanê ne."

Astengî û Metirsiya Şerên Nû

Tevî geşbîniyê, Ebdî hişyarî da ku hîn metirsî hene û got: "Sûriye derveyî şer e, lê fikar li ser şerên nû hene. Gotinên kîndariyê hene û hinek alî hene ku naxwazin çareserî pêk were û dixwazin vê peymanê têk bibin."
Lê belê wî tekez kir jî, bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî û gelê Kurd, ew bi biryar in ku peymanê biparêzin û cîbicî bikin. Herwiha amaje bi wê yekê kir ku helwesta welatên cîran jî guheriye û êdî wekî berê li dijî wan nînin.

Mazlûm Ebdî di beşeke din a axaftina xwe de behsa mafên Kurdan kir û diyar kir, di peymana navborî de hatiye pejirandin ku divê destûra Sûriyeyê were nûkirin. Di destûra nû de, ne tenê mafên neteweyî yên Kurdan û pêkhateyan, di heman demê de azadiyên olî jî wekî xaleke bingehîn hatine destnîşankirin.

Fermandarê Giştî yê HSDê hêviya xwe anî ziman ku beriya sala nû, mizgîniya lihevkirina leşkerî û gavên entegrasyonê bidin gelê Sûriyeyê.