Sirwe Resûl: Em dê sibe alîkariyan bigihînin zirardîtiyên lehiya Kerkûkê
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêvebera Giştî ya Navenda Hevahengiya Krîzan a Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê got ku, tîmên wan ji destpêka rabûna lehiyê ve li qadê ne û biryar jî daye ku ji sibehê ve alîkariya hemî zirardîtiyan bikin.
Rêvebera Giştî ya Navenda Hevahengiya Krîzan a Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sirwe Resûl îro (Şemî, 13.12.2025) di dema serdana xwe ya deverên zirardîtî yên Kerkûkê de ragihand ku, tîmên wan ji roja yekê ya wê karesatê ve li kêleka malbatan bûn, da ku malan paqij bikin û bizavê bikin ku jiyana wan vegerînin rewşa normal.
Ji bilî taxa Şorawê, Sirwe Resûl di serdana xwe ya Kerkûkê de serdana hejmareka taxên din jî yên hejaran kir, ku şêniyên wan tevliheviyek bû ji Kurd, Tirkmen û Ereban, û hemî ji ber lehiyê tûşî zirarên madî bûne. Eşkere jî kir ku, rewşa jiyana wan malbatan pir xirab e.
Sirwe Resûl di derheqa pêngavên wan ên paşerojê de jî ron kir ku, wan tê derxistiye ku alîkarî heta niha bi selikên xwarinê ve sînordar in, ku ew jî ji bo dabînkirina hewcedariyên wan têrê nake.
Rêvebera Giştî ya Navenda Hevahengiya Krîzan eşkere jî kir: “Me biryar daye ku, bi rêya Rêveberiya Koç û Koçberan û Bersivdayîna Krîzan li bajarê Kerkûkê ji sibehê ve dest bi belavkirina alîkariyan li ser hemî wan malbatan bikin ên ku zirar dîtiye.”