Li Kirmaşanê kanî û rûbarên hişkbûyî bi baranê careke din herikîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêla baran û berfê ya vê hefteyê li Rojhilatê Kurdistanê, bandoreke erênî ya mezin kir. Li parêzgeha Kirmaşanê, gelek kanî û rûbarên ku hişk bûbûn, careke din zindî bûn.

Yek ji cihên herî diyar ku jiyan lê vegeriyaye, Serava Rewanserê ye. Ev cihê geştyarî yê navdar ê Kirmaşanê, piştî du mehan ji hişkbûnê, ji roja Çarşemê ve careke din av tê de herikiye. Kaniyên bin seravê teqiyane û ne tenê hewzên wê tije bûne, belkî rêjeyeke zêde ya avê jê diherike.

Emîn Silêmanî ku yek ji geştyaran e û ji Kurdistan24ê re got: "Em ligel malbatê hatine temaşekirina vê seravê. Spas ji Xwedê re ku dîsa teqiyaye û bûye cihê kêfxweşiya hemûyan."

Serava Rewanserê ne tenê cihekî geştyarî ye, di heman demê de çavkaniya sereke ya ava vexwarinê û çandiniyê ye ji bo bajarê Rewanserê û gundên derdorê.

Di demên tijebûnê de, ji vê seravê di xulekekê de 6 hezar lître av derdikeve. Bi vê yekê, ew dibe yek ji çavkaniyên sereke yên Rûbarê Qeresûyê ku di nava bajarê Kirmaşanê û deşta wê re derbas dibe.

Rûniştvanê Rewanserê Mihemed Ehmedî diyar kir: "Heta du roj berê ev der hişk bû û dilopek av tê de nebû. Îro barana rehmetê kanî vejandine û serav dîsa tije bûye."

Her çend e ev baran bûye sedema vejîna kaniyan, lê pispor diyar dikin ku ji bo vegera asta ava seravê bo rewşa salên berê, hîn pêdivî bi barînên zêdetir heye.