Li Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêyên 172 gundan hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Pêla nû ya berf û baranê bandoreke neyînî li jiyana welatiyan li Bakurê Kurdistanê kir. Li parêzgehên Colemêrg û Wanê, ji ber berfa zêde rêyên bi dehan gundan hatin girtin.
Pêla barîna berf û baranê ku ev çend roj in Bakurê Kurdistanê li xwe girtiye, li herêma Serhedê dijwartir bûye. Li gelek deveran baran veguhere berfê û bû sedema girtina rêyan.
Li gorî zanyariyan, li parêzgehên Colemêrg û Wanê, rêyên 172 gundan ji ber kombûna berfê hatine girtin û hatûçûn rawestiyaye.
Rêveberiya Taybet a Bajaran ragihand, tîmên wan ji bo vekirina rêyên gundan dest bi xebatan kirine û hewldanên wan berdewam in da ku rê li ber welatiyan vekin.
Li aliyê din, li parêzgehên Mûş, Erzirom, Agirî û Qersê jî berfeke zêde bariya û rêyên dehan gundan hatibûn girtin. Lê piştî xebatên tîmên paqijkirina berfê, piraniya wan rêyan hatine vekirin û hatûçûn asayî bûye.
Herwiha hat ragihandin, ji ber berf û mija zêde, di trafîkê de astengiyên mezin çêbûne û hişyarî li şofêran hatiye dayîn ku bi baldarî ajotinê bikin.