Amîna Zikrî bo K24ê: Federasyona Afretên Diyasporayê dûrî îdeolojiya partîtiyê dixebite

Navenda Nûçeyan (K24) - Endameka Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku, Federasyona Afretên Diyasporayê pêgeha Kurdan li ser asta navneteweyî xurt dike û piştgiriya PDKê di yekkirina şiyanên diyasporaya Kurdî de jî tekez dike.

Endama Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Amîna Zikrî îro (Şemî, 13.12.2025) li ser tevlîbûna wan di kongreya Federasyona Afretên Diyasporaya Kurdistanê li Düsseldorfê de mêvana geşta nûçeyan a saet 12:00 ya Kurdistan24ê bû.

Endama Mekteba Siyasî ya PDKê amaje jî da ku, ew federasyon bi hevkariya Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û diyasporaya Kurdî li seranserî cîhanê hatiye damezrandin.

Amîna Zikrî tekez jî kir ku, ev federasyon li ser bingeheka neteweyî û dûrî her îdeolojiyeka partîtiyê dixebite û bizavê dike ku, bi navendên biryardanê yên Ewropa û Amerîkayê re têkiliyên xurt çê bike da ku doza rewa ya gelê Kurd bide nasîn.

Li gorî wê endama Mekteba Siyasî ya PDKê, yek ji armancên sereke yên vê federasyonê ew e ku bala xwe bide perwerdehiya nifşê nû û ziman û çanda Kurdî li derveyî welat biparêze. Amaje jî da ku, nêzîkî du hezar ciwanên Kurd li derveyî welat bi zimanê Kurdî tên perwerdekirin.

Amîna Zikrî tekez jî kir ku, ew federasyon têkiliyên xwe bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar re jî xurt dike da ku bi hev re bixebitin û ji bo vê projeyê jî piştgiriyeka zêdetir bi dest bixin.