Komîteya Navendî ya PDKê bi serperiştiya Serok Barzanî dicive
Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e ku Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dawiya vê hefteyê bi serperiştiya Serok Barzanî bicive û avakirina hikûmeta nû û rewşa Iraq û Rojhilata Navîn nîqaş bike.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hîwa Geylanî îro (Duşemê 15.12.2025) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Civîna Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serperiştiya Serok Barzanî dê li roja Pêncşemê (18.12.2025) li Pîrmamê bê kirin.”
Hîwa Geylanî herwesa got: “Di wê civînê de, rewşa cîhanê, Rojhilata Navîn, Iraqê û pirsa encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dê bên nîqaşkirin û nirxandin dê jê re bê kirin.”
Navbirî amaje jî da ku, di wê civînê de avakirina kabîneyên nû yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal jî dê bên nîqaşkirin.
Herwesa biryar e ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî sibe bicivin.