Li Hewlêrê "Navenda Lêkolînan a Însiyatîfa Çînê" hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya berfirehkirina peywendiyên navdewletî de, li paytexta Herêma Kurdistanê "Navenda Lêkolînan a Însiyatîfa Çînê" hat vekirin. Armanca navendê bihêzkirina aştiyê û xwendineke akademîk a ji bo paşeroja peywendiyan e.

Di merasîma vekirina navendê de, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî amade bû û di gotarekê de tekezî li ser giringiya vê pêngavê kir.

Sefîn Dizeyî ragihand, vekirina navendên wiha li Hewlêrê, nîşaneya wê jîngeha guncaw e ku Kurdistanê ji bo pêkvejiyan û pirrengiyê ava kiriye.

Dizeyî got: "Herêma Kurdistanê di mijara qebûlkirina ciyawaziyan û pirbûna pêkhateyan de pêngavên mezin avêtine. Ev pirrengî çavkaniya hêz û dewlemendiya civaka me ye û alîkar e ji bo berfirehkirina asoyê hizirkirina serkirdeyan di dema dariştina planên paşerojê de."

Li gorî nêrîna Hikûmeta Herêmê, hebûna van platforman dibe sedema bihêzkirina aştî û seqamgîriyê û afirandina pêşbaziyeke tendirust ku xizmeta mirovahiyê dike.

Vekirina vê navendê di demekê de ye ku Çîn bi rêya projeya xwe ya mezin "Yek Kember û Yek Rê" (Belt and Road) hewla berfirehkirina peywendiyên xwe li Rojhilata Navîn dide. Hilbijartina Hewlêrê ji bo vê însiyatîfê, giringiya pêgeha jeopolîtîk û aramiya Herêma Kurdistanê nîşan dide.

Di salên dawî de, peywendiyên Hewlêr û Pekînê di warên veberhênan û enerjiyê de pêş ketine û bi vê gavê derbasî qonaxeke nû ya danûstandina fikrî û stratejîk dibin.