Ji ber mija giran, geştên Firokexaneya Hewlêrê hatin rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ragihand, ji ber guhertina keşûhewayê û mija giran, hemû geştên firokexaneyê hatine rawestandin.

Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar îro 15ê Berçileyê ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ji ber guhertina rewşa keşûhewayê û hebûna mijeke zêde, hemû geştên asmanî hatin rawestandin."

Derbarê dema destpêkirina geştan de jî, Rêveberê Firokexaneyê diyar kir ku heta niha nayê zanîn ka dê kengî geşt dest pê bikin û ew li benda asayîbûna rewşa keşûhewayê ne.

Mij heta sibe berdewam dibe

Li aliyê din, Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdhejnasiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ew mija niha navenda parêzgeha Hewlêrê girtiye, tê pêşbînîkirin heta sibe Sêşemê demjimêr 10:00ê sibê berdewam be.

Keşnasiyê hişyarî da ku îşev bandora mijê dê zêdetir bibe û bi giştî mewdaya dîtinê dadikeve kîlometreyekê û li hinek cihan jî dadikeve bin 100 metreyan. Rewşa dîtinê di vê gavê de jî li navenda Hewlêrê 100 metre ye.