Keşnasî: Pêla mijê diçe, berf û baran tên

Navenda Nûçeyan (K24) – Herêma Kurdistanê ketiye bin bandora pêleke têkel a keşûhewayê. Li aliyekî mijeke giran bajarê Hewlêrê girtiye û asta dîtinê daketiye 100 metreyan, li aliyê din jî tê pêşbînîkirin sibe berf û baran li navçeyên çiyayî bibare.

Li gorî zanyariyên dawî yên Keşnasiyê, bandora wê mija giran a ku îro 15ê Berçileyê dest pê kiriye, dê heta sibe serê sibê berdewam be.

Li gorî nexşeyên keşnasiyê, sibe Sêşemê guhertineke mezin di keşûhewayê de çêdibe. Tê çaverêkirin ku pêleke berf û baranê piraniya navçeyên çiyayî yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî deverên sînorî bigire û wan deveran spî bike.

Pispor diyar dikin, çêbûna mija giran di Berçileyê de, encama ciyawaziya pileyên germê ye di navbera çînên jêr û jor ên hewayê de, bi taybetî li deştan.

Herwiha hatinê vê pêla berf û baranê ji bo vejandina çavkaniyên ava bin erdê û tijebûna bendavan wekî mizgîniyeke baş tê dîtin.