Asayiş: Li derdora Kobanê 21 tawanbar hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di operasyoneke hevbeş de li derdora Kobanê, 21 kesên ku destê wan di bazirganiya hişbir û tawanan de hebû, girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh 15ê Berçileyê operasyoneke ewlehiyê li bajarokê Şiyûx û gundên Qube û Cadê lidar xist.

Hat diyarkirin ku ev pêngav li ser bingeha agahiyên îstixbaratî û bi hevrêziya Dozgeriya Giştî pêk hatiye. Armanca operasyonê girtina kesên ku ji aliyê dadweriyê ve dihatin xwestin û yên ku beşdarî kiryarên sûc û belavkirina madeyên hişbir bûne.

Di çarçoveya operasyonên lêgerîn û paqijkirinê de, hêzên ewlehiyê dest danîn ser miqdarek zêde ya çek û cebilxaneyan:

- 25 çekên Klaşînkov û 61 jarjor.

- 5 çekên Berno yên Almanî.

- 20 demançe.

- Qutiyek cebilxane û bi sedan fîşekên PK û Klaşînkovê.

- Birek ji teqemeniya TNT.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn tekez kir ku ew ê li ser erkên xwe yên parastina ewlehiyê û jinavbirina çavkaniyên madeyên hişbir berdewam bin.