Li Pişderê baranê jiyan li kaniyên gundê Şerwêtê vegerand
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî havîneke dijwar a bi hişkesaliyê derbas bû, baranên payîza îsal canekî nû dan kaniyên gundê Şerwêtê yê navçeya Pişderê li parêzgeha Silêmaniyê. Kaniyên ku par hişk bibûn, îsal dîsa diherikin û bîrên gundiyan serêj bûne.
Gundê Şerwêt ku dikeve sînorê qezaya Pişderê, yek ji wan deveran bû ku havîna borî ji ber hişkesaliya li Herêma Kurdistanê ziyaneke mezin dîtibû. Di wê demê de, çavkaniyên avê yên gund kêm bibûn û gundî neçar mabûn ku ji bo pêdiviyên xwe yên rojane û avdana heywanan tenê pişta xwe bi bîrekê ve girê bidin. Lê belê baranên bereketê yên vê dawiyê rewş guherandin.
Niha li gundê Şerwêtê, av ji kaniyên ku di nava hewş û malên welatiyan de ne jî hildide. Ev diyarde piştî wê hişkesaliya dijwar, bûye sedema kêfxweşiya rûniştvanan.
Mamostayê gund Şêxe Osman ji Kurdistan 24ê re ragihand, zêdebûna avê di asteke wisa de ye ku mirov dikare jê re bibêje "mûcîze". Osman got: "Bîreke me heye ku 80 heta 90 metre kûr e, niha av jê serêj bûye. Bi vî baranî hemû kanî zindî bûn, hem ava binerd û hem jî ya sererd zêde bûye."
Devera Şerwêtê bi xwezaya xwe ya dewlemend tê naskirin û zêdetirî 30 kanî û çavkaniyên avê yên sererd li wê derê hene. Sala par hema bêje hemû ev çavkanî ji ber hişkesaliyê ziwa bibûn.
Yek ji rûniştvanên gund, Silêman Hemedûk, behsa cudahiya navbera îsal û par dike û dibêje: "Sala par di vî demî de hişkesalî hebû, ne li Germiyan û ne li Koystanê av tunebû. Me nedikarî karê cot û çandiniyê bikin. Lê îsal bi kerema Xwedê baran bariya û kanî hemû teqiyane."
Welatiyê bi navê Xalid Ehmed jî tekez kir ku par çemê gund bi temamî hişk bibû, lê îsal tije av e û diherike.
Vegeriyana avê ne tenê jiyana gundiyan hêsantir kiriye, di heman demê de bedewiya xwezayî ya gundê Şerwêtê jî vegerandiye û hêviyeke mezin daye cotkaran.