FIFA navên serkeftiyên "The Best" aşkere dike

Çavên alîgirên Zaxoyê li benda wergirtina xelatekê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Îşev li Dohaya paytexta Qeterê, merasîma dabeşkirina xelatên "The Best" ên FIFAyê ji bo sala 2025an birêve diçe. Di dîroka Kurdistan, Iraq û Rojhilata Navîn de cara yekem e ku handerên yaneya Zaxoyêji bo wergirtina vê xelata cîhanî rikberiyê dikin.

Biryar e merasîm îşev demjimêr 08:00ê şevê bi dema Hewlêrê, bi amadebûna nêzîkî 800 kesan li hola "Fairmont Katara" li Dohayê dest pê bike. Di merasîmê de baştirînên cîhanê li ser asta zilam û jinan tên xelatkirin.

Hêviya Zaxoyê û çîroka "Barana Lîstikan"

Handerên Yaneya Zaxoyê (Zaxo SC) bûne yekane nûnerên herêmê di vê merasîmê de. Sedema berbijêrkirina wan vedigere ji bo helwesteke mirovî ya di werza borî ya Xula Stêrkên Iraqê de.

Di yariya li hember Yaneya Hudûd de, handerên Zaxoyê wekî dilsoziyekê ji bo zarokên nexweşên penceşêrê, bi hezaran lîstik û bûk avêtibûn nava yarîgehê. FIFAyê ev dîmen û helwesta handeran bilind nirxand û ew xistin lîsteya berbijêrên xelata "Baştirîn Hander" (FIFA Fan Award).

Li gorî pêşbîniyan, egera wergirtina xelatê ji aliyê Zaxoyê ve gelekî xurt e. Di heman demê de, îşev li Yarîgeha Navdewletî ya Zaxoyê şahiyeke mezin tê lidarxistin û Kurdistan24 jî dê bûyerê romal bike.

Berbijarên Xelata Baştirîn Lîstikvan

Ji bo wergirtina xelata baştirîn lîstikvanê zilam, 11 stêrkên cîhanî di rikberiyê de ne: Ousmane Dembele, Achraf Hakimi, Harry Kane, Kylian Mbappe, Nuno Mendes, Cole Palmer, Pedri, Raphinha, Mihemed Salah, Vitinha, Lamine Yamal.

Berbijarên Xelata Baştirîn Rahêner

Herwiha ji bo xelata baştirîn rahêner jî navên navdar hene: Javier Aguirre (Meksîk), Luis Enrique (PSG), Arne Slot (Liverpool), Hansi Flick (Barcelona), Enzo Maresca (Chelsea) û Roberto Martinez (Portugal).