Serok Barzanî sersaxî ji Şêx Madih Şêx Osman Neqşebendî re xwest
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber wexera dawiyê ya Şîrîn Xan a keça Cenabê Şêx Elaedînê Neqşebendî, Serok Barzanî sersaxî ji Şêx Madih Şêx Osman Neqşebendî û malbat û terîqeta Neqşebendî re xwest.
Peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan
Rêzdar Dr. Şêx Madih Şêx Osman Neqşebendî,
Malbat û terîqeta Neqşebendî
Bi xemgîniyeka mezin ve nûçeya wexera dawiyê ya Şîrîn Xan a keça Cenabê Şêx Elaedînê Neqşebendî û xûşka Cenabê Şêx Osman Neqşebendî gihîşt me.
Ez sersaxiyê ji we yên rêzdar û tevaya mirîd û mensûbatên terîqeta Neqşebendî li Kurdistanê û hemî cîhanê re dixwazim û ez xwe hevparê xema wan dibînim.
Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku Xudêjêraziyê bi behişta mezin şa bike û sebir û hedarê bi hemî aliyan bide.
Mesûd Barzanî
16ê Berçileya 2025ê