Li Herêma Cizîrê ji ber şewba demsalî dibistan 4 rojan hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê ragihand, ji ber belavbûna nexweşiyên demsalî (grîp û şewb), dewama dibistanan ji bo dema 4 rojan hatiye rawestandin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê îro 16ê Berçileyê bi biryarekê diyar kir, bi armanca parastina tenduristiya xwendekaran, li ser daxwaza malbatan û bi hevahengiya li gel Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê, ev biryar hatiye girtin.
Li gorî biryarê, dibistanên herêmê ji sibe 17ê Berçileyê ve tên girtin û ev navber heta roja Şemiyê 20ê Berçileyê berdewam dike.
Li gorî zanyariyan, ev şewbeke demsalî û vîrusî ye ku her sal derdikeve, lê îsal vîrusê xwe guherandiye. Bi giştî ne nexweşiyeke giran e, lê bêtir bandorê li kesên temenmezin û zarokên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene, dike.