Amûde: ENKSê Roja Alaya Kurdistanê bi çalakiyekê pîroz kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Xwecihî ya Amûdê ya ser bi ENKSê ve, Roja Alaya Kurdistanê pîroz kir. Di çalakiyekê de tekezî li ser nasname û yekîtiya neteweyî hat kirin.
Encûmena Xwecihî ya Amûdê ya ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS), îro 17ê Berçileyê bi beşdariya kesayetên siyasî, civakî, rewşenbîrî û xelkê bajarê Amûdê, Roja Alaya Kurdistanê pîroz kir.
Li gorî Ragihandina Xwecihiya Amûdê, merasîm bi gotara Cîgirê Serokê Encûmena Xwecihî ya Amûdê Ebdulrezaq Hec Qasim dest pê kir, ku di axaftina xwe de behsa dîroka Alaya Kurdistanê û qonaxên derketina wê kir.
Hec Qasim got: "Ev ala ne tenê semboleke rûkî ye, belkî koka wê vedigere xebateke dûr û dirêj û qurbanîdanên mezin ên gelê Kurd di qonaxên dîrokî yên cuda de. Îro ev ala bûye sembola komker a nasname, rûmet û mafên rewa yên gelê me."
Di berdewamiya axaftina xwe de, Hec Qasim tekez kir ku pîrozkirina Roja Alayê, nûkirina peymana bi şehîdan re ye û rijdiya li ser bidestxistina mafên neteweyî û jiyana bi azadî û rûmet e.
Merasîm bi peyama giringiya parastina bîra neteweyî û bihêzkirina ruhê yekîtiyê di navbera Kurdan de bi dawî hat. Hêjayî gotinê ye ku ev çalakî beşek e ji zincîreya çalakiyên ENKSê yên li Rojavayê Kurdistanê ji bo bilindragirtina Roja Alaya Kurdistanê.