Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya qehremanê Kurd Badîn Heso kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya qehremanê Kurd Badîn Idrîs Heso kir, herwesa pîrpzbahiya wî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 17.12.2025) pêşwaziya qehremanê Kurd Badîn Idrîs Heso kir, ku vê dawiyê di Qehremaniya Boksîngê ya Parzemîna Asyayê de, ku li welatê Albanyayê hat lidarxistin, pileya yekê bi dest xist.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li wî kir, hêviya serkeftinê jê re xwest û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo werziş û werzişvanên Kurdistanê tekez kir.
Ji bo pêşwazî û piştgiriya wî, Badîn Heso spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.