Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê pîrozbahî li alîgirên Yaneya Zaxoyê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de pîrozbahî li alîgirên Yaneya Zaxoyê kir û got ku, Cama Cîhanî ya FIFAyê ji bo sala bê dê bibe mezintirîn bûyera werzişî û 11 wîlayetên Amerîkayê dê mêvandariya wê bikin.
Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê îro (Çarşem, 17.12.2025) pîrozbahî li alîgirên Yaneya Zaxoyê ya Werzişê kir, ji ber bidestxistina xelata Baştirîn Alîgiran a Rêkxistina FIFAyê ji bo sala 2025ê.
Konsulxaneya navbirî amaje jî da ku, Cama Cîhanî ya FIFAyê dê ji bo sala bê bibe mezintirîn bûyera wê rêxistinê di dîrokê de û 48 hilbijartiyên welatan dê tevlî wê bibin, di vê camê de 11 bajarên wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê dê 78 yariyan bikin û yariya dawiyê jî dê li Yarîgeha Cêrsiyê (MetLife) li New Yorkê be.
Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê behsa wê yekê jî kiriye ku, ev bûyera dîrokî bi salvegera 250ê ya serxwebûna Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê re hevdem e û derfeteka bêhempa ye ji bo nîşandana germ û guriyê, mêvandariya şahane û jêhatî ya werzişa Amerîkayê.
FIFAyê duhî (Sêşem, 16.12.2025) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku, Alîgirên Yaneya Zaxoyê herî zêde deng li ser asta cîhanê wergirtine û wekî baştirîn alîgirên salê hatine hilbijartin.