Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê nû yê Polandayê li Herêma Kurdistanê kir

Mesrûr Barzanî û Maciej Zajdel
Mesrûr Barzanî û Maciej Zajdel

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Komara Polandayê li Herêma Kurdistanê kir, destpêkirina karî li wî pîroz kir û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo biserxistina erkê wî anî ziman.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 17.12.2025) pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Komara Polandayê li Herêma Kurdistanê Maciej Zajdel kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destpêkirina karî li wî pîroz kir, hêviya serkeftinê jê re xwest û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo biserxistina erkê wî anî ziman.

Konsulê Giştî yê Polandayê jî amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistina têkiliyan bi Herêma Kurdistanê re di warên cuda cuda de, xasma jî di warên bazirganî û perwerdeyê de, tekez kir.