Partiya Welatparêzên Kurdistanê pîrozbahiya Alîgirên Yaneya Zaxoyê dike

Mustafa Ozçelîk
Mustafa Ozçelîk

Diyarbekir (K24) - Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê bi daxuyaniyeka nivîskî pîrozbahî li alîgirên Yaneya Zaxoyê kir, ku ji aliyê FiFAyê ve xelata alîgirên herî baş ji bo alîgirên Yaneya Zaxoyê hat dayîn.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê di derheqa serkeftina alîgirên Yaneya Zaxoyê de peyameka pîrozbahiyê ji raya giştî re parve kir.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:

“Xelata ‘Alîgirên Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be

Alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê di dengdana FIFAyê de bûn alîgirên herî baş ên cîhanê.

Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) ji ber piştgiriya wan a ji bo zarokên ku bi penceşêrê ketine alîgirên tîma Zaxoyê hêjayî Xelata “Alîgirên Herî Baş” ên sala 2025an dîtin.

Weke ku tê zanîn FIFAyê alîgirên tîmên fûtbolê yên Zaxo, Arjantîn  û Spanyayê wek namzedên “Alîgirên Herî Baş” destnîşan kiribûn.

Piştî wê, li temama cîhanê alîgirên hersê tîman kampanyayên berfireh dest pê kiribû da ku ew wê xelatê werbigrin.

Ji bo alîgirên Zaxosporê bibe yekem û xelatê werbigre, li her çar perçeyên Kurdistanê û li her alîyê cîhanê, hemû kurdan li ser platforma dîgîtal, piştgirîya alîgirên tîma Zaxoyê kir û di encamê de alîgirên tîma Zaxoyê hêjayî xelata “Alîgirên Herî Baş” ên sala 2025an hatin dîtin.

Ev serkeftin, encam û berhema, bîr û bawerî û hest û yekgirtin û hişmendîya netweyî ya hemû kurdên cîhanê ye. Ji ber vê serkeftinê em li alîgirên tîma Zaxoyê û hemû kurdên cîhanê pîroz dikin.

Xelata “Alîgirê Herî Baş”, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be.”