Alîgirên Yaneya Zaxoyê bi helkefta wergirtina xelata Baştirîn Alîgirên Cîhanê ahengê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî ku alîgirên Yaneya Zaxoyê ya Werzişê di rapirsiyeka navneteweyî de pileya yekê ya Baştirîn Alîgirên Cîhanê bi dest xist, xelkê wî bajarî derketin ser cadeyan û ahengeka mezin kir.
Di nav wê ahengê de, zarok û ciwan bi qîrîna dirûşman evîn û dilsoziya xwe ji bo yaneya xwe tekez dikin.
Xelkê Zaxoyê di daxuyaniyên xwe de ji Kurdistan24ê re ev destkeftî wekî destkeftiya tevahiya Kurdistan û Iraqê binav kir. Yek ji kesên tevlîbûyî got: "Em spasiya hemî wan kesan dikin ên ku li her çar perçeyên Kurdistanê dengê xwe daye me.”
Kesê navbirî herwesa got: “Îro rojeka dîrokî ye û em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku, vê rojê li Zaxo û Kurdistanê bike bêhnvedana fermî."
Hejmareka din a alîgirên Yaneya Zaxoyê spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir, ji ber piştgiriya wî ya berdewam.
Yek ji tevlîbûyîyên ciwan jî got: "Ev serbilindiyeka mezin e ku me rêza yekê li ser asta cîhanê bi dest xistiye. Sedema sereke ya vê serkeftinê jî yekrêziya gelê Kurd bû, ku hemiyan pêkve destên xwe dan hev da ku Zaxo bi ser bikeve.”
Ev serkeftin piştî wê yekê tê ku, alîgirên Yaneya Zaxoyê bi wê yekê tên naskirin ku bi hejmareka mezin û bi germ û gurî di hemî maçan de amade dibin û piştgiriyeka xurt didin yaneya xwe.
Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmareka din a kesatiyên navdar jî her îro pîrozbahî li Alîgirên Yaneya Zaxoyê kir.
FIFAyê îro (Sêşem, 16.12.2025) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku, Alîgirên Yaneya Zaxoyê ya Werzişê li ser asta cîhanê herî zêde deng bi dest xistine û wekî baştirîn alîgirên salê hatin hilbijartin.