Parêzgarê Hewlêrê: Xelata FIFAyê bo Zaxoyê ji tevaya Kurdistanê re serbilindî ye

Omêd Xoşnaw
Omêd Xoşnaw

Navenda Nûçeyan (K24) - Di peyamekê de ji bo Yaneya Zaxoyê ya Werzişê, Parêzgarê Hewlêrê kêfxweşiya xwe ji bo bidestxistina xelata baştirîn alîgirên cîhanê anî ziman û ew destkeftî wekî bûyereka girîng wesifand, ku ji sînorên wê yaneyê derbaz bûye û ji bo hemî werzişvanên Kurdistanê bûye çavkaniya serbilindiyê.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro (Sêşem, 16.12.2025) peyameka pîrozbahiyê ji ber wergirtina xelata FIFAyê pêşkêşî serok, endamên desteya birêvebirinê û alîgirên Yaneya Zaxoyê kir û got ku, ev serkeftina mezin a werzişî berhema piştgirî û dengdana gelê Kurdistanê ji bo wê yaneyê ye.

Di wê peyamê de hatiye ronkirin ku, bidestxistina nasnavê baştirîn alîgir li ser asta cîhanê ne tenê wekî destkeftiyek ji bo Yaneya Zaxoyê tê dîtin, belkî ev ji bo tevahiya Kurdistanê û hemî kesên ku meyla werzişê heye serbilindiyeka mezin e.

Parêzgarê Hewlêrê di dawiya peyama xwe de jî tevî pîrozbahiyan hêvî kir ku, ev destkeftî bibe hêvênê zêdetir serkeftinan û berdewamiyê ji bo Yaneya Zaxoyê û werzişa Kurdistanê.

Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmareka din a kesatiyên navdar jî her îro pîrozbahî li Alîgirên Yaneya Zaxoyê kir.

FIFAyê îro (Sêşem, 16.12.2025) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku, Alîgirên Yaneya Zaxoyê ya Werzişê li ser asta cîhanê herî zêde deng bi dest xistine û wekî baştirîn alîgirên salê hatin hilbijartin.