Kesê ku kêliyên goristana Xiristiyanan li Şeqlaweyê şikandibûn hat girtin
Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 17.12.2025) li ser şikandin û şêwandina kêliyên gorên goristanên Xiristiyanan li qezaya Şeqlaweyê û îtîrafkirina wî gumanbarî ku ew kiryar kiriye daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê de hatiye gotin ku, wan kariye nasnameya bikerê wê kiryarê bi navê 'Hisên Salih Mistefa' eşkere bikin û bi fermana dadwerî hat girtin.
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê amaje jî da ku, wî gumanbarî îtîraf kiriye ku li jêr bandora vexwarina alkoholê ew kiryar kiriye.
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê amaje jî da ku, gumanbarê girtî li sala 2022ê jî bi tometa şewitandina mezargehekê li nav sûka Hewlêrê hatibû girtin û cezayê xwe yê qanûnî wergirtibû û di dû re hatibû berdan.
Tekista îtîrafkirina wî bi wê tawanê bi vî rengî belav bûye, “Navê min ‘Hisên Salih Mistefa’ ye û ez li sala 1986ê hatime ser dinyayê. Ez şêniyê taxa Seberdanê ya bajarê Hewlêrê me. Li sala 2022ê, min mezargehek li nav sûka Hewlêrê şewitand. Paştir ez ji aliyê hêzên Asayîşa Hewlêrê ve hatim girtin û di dû re min cezayê xwe temam kir û ez hatim berdan."
Navbirî herwesa got: "Ez li 13ê vê mehê çûm Şeqlaweyê û ez li nav sûkê geriyam, piştre ez çûm goristana Xiristiyanan û di bin bandora madeyên alkoholê de min bi blokan kêliyên wê goristanê şikandin, piştre ez bi motorsiklêta xwe vegeriyam Hewlêrê û paşî ez ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve hatim girtin.”