Sefîn Dizeyî: Derfeteka baş bo avakirina kabîneya nû ya hikûmetê peyda bûye

Sefîn Dizeyî
Sefîn Dizeyî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku, piştî civîna di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) de derfeteka baş ji bo avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyda bûye.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro (Çarşem, 17.12.2025) ragihand: “Mixabin, piştî 14 mehan, kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hîn jî nehatiye avakirin.”

Sefîn Dizeyî herwesa got: “Nûnerên dîplomatîk tekezê li ser avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ji ber ku bi avakirina kabîneya nû re dê hejmareka projeyên reformên aborî û leşkerî hebe, xasma jî ku hin welat alîkariya yekkirina hêzên Pêşmergeyan dikin.”

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da: "Piştî civîna duhî ya di navbera PDK û YNKê de, derfeteka baş ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmetê peyda bûye."

Şandên danûstandinan ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo nîqaşkirina avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyan. Ew civîna yekê ya fermî ya herdu aliyan bû, piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê.