Gera çarê ya Pêşangeha Çandinî û Pîşesaziya Xwarinê ya Silêmaniyê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi tevlîbûna zêdetirî 100 şîrketên navxweyî û biyanî, Pêşangeha Çandinî û Pîşesaziya Xwarinê ya Silêmaniyê hat vekirin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Silêmaniyê Newzad Xefûr ji Kurdistan24ê re ragihand: “Nêzîkî 100 şîrket, kargeh û veberhêneran tevlî Pêşangeha Çandinî û Pîşesaziya Xwarinê ya Silêmaniyê bûne. Şîrket ji bajarên din ên Iraqê û 10 welatên biyanî jî hatine.”

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Silêmaniyê herwesa got: "Vê pêşangehê girîngiya xwe heye û ew derfetek e ji bo nasandina berhemên navxweyî û aşnakirina kargeh û veberhênerên me bi teknolojiya nû ya çandinî û pîşesaziya xwarinê ye."

Newzad Xefûr tekez jî kir ku, ew wekî Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Silêmaniyê ne tenê hawirdekirinê, pêşxistina berhemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê jî teşwîq dikin û ji bo kêmkirina hawirdekirinê û zêdekirina berhemên navxweyî geşbîn in.

Navbirî herwesa got: “Ev pêşangeh zêdetir girêdayî bazirgan û xwediyên karan e, lê bê guman welatiyên normal jî dikarin serdana wê pêşangehê bikin ji ber ku bikarîner her welatî ne.”