PDK: Hikûmeta nû li ser bingeha encam û destkeftiyên hilbijartinan tê avakirin

Nabe ku nîqaşên li ser avakirina kabîneyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal bên tevlihevkirin

Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)
Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

Navenda Nûçeyan (K24) - Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro (Pêncşem, 18.12.2025) bi serperiştiya Serok Barzanî û bi amadebûna Cîgirên Serokê PDKê, endamên wê komîteyê û berpirsên liqan civîneka berfireh li dar xist.

Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tekez kir: “Nabe ku nîqaşên avakirina kabîneyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal bên tevlihevkirin, divê em pirsa Herêma Kurdistanê çareser bikin û di dû re pêngavên pêdivî û hevpar ji bo Bexdayê biavêjin. Di vî warî de jî, şanda partiya me dest bi xebatê kiriye.”

Di wê daxuyaniyê de li ser avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hat gotin: "Deriyê nîqaşan ji bo avakirina kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekirî ye, lê dê li ser bingeha encam û destkeftiyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê be."

Li ser nîqaşên bi aliyên serkeftî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re ji bo avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, di daxuyaniya Komîteya Navendî ya PDKê de hat ragihand, “Hin aliyan hilbijart ku bibin opozîsyon, ku rêz li hilbijartina wan hat girtin.”

Komîteya Navendî ya PDKê li ser nîqaşên bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re jî amaje da: "Me gelek bizav kir ku lihevkirina me negihîje dema hilbijartinên Parlementoya Iraqê, lê mixabin Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ji ber şîrovekirin û pêşbîniyên xwe yên xelet ji bo encama hilbijartinên Parlementoya Iraqê nîqaşên xwe bê hecet dirêj kirin heta piştî encama hilbijartinên Parlementoya Iraqê. Tevî ku ew hatibûn haydarkirin ku şert û mercên berî hilbijartinan û piştî hilbijartinan eynî derfet û şert û mercan nabin jî, lê YNKê biryara xwe dabû."

Komîteya Navendî ya PDKê di wî warî de jî tekez kir: “Niha deriyê nîqaşan ji bo lihevkirinê li ser bingeha encaman û istîhqaqatên hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê vekirî ye û divê rêz li deng û baweriya xelkê Kurdistanê bê girtin.”