Wezîrê Dadê: Derbarê sivikatiyên li dijî Leyla Zana de lêkolîn hat destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç, bertek nîşanî wan dirûşm û bêrêziyan da ku di lîstikeke futbolê de li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zana hatibûn kirin û ragihand, lêkolîna dadwerî û îdarî dest pê kiriye.
Di lîstika futbolê ya di navbera tîmên Bursaspor û Somasporê de, alîgirên Bursasporê dirûşmên dijber û heqaret li siyasetmedara Kurd Leyla Zana kiribûn. Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç derbarê mijarê de daxuyaniyek da.
Tunç destnîşan kir, armanca wan serkeftina projeya "Tirkiyeya bêteror" e û got: "Em naxwazin ti helwest û reftar bibin sedema zirargihandina vê pêvajoyê. Di vê demê de divê herkes bi berpirsyarî tevbigere, bi awayekî ku di berjewendiya welat û gel de be."
Wezîrê Dadê hişyarî da ku bûyerên wiha ziyanê didin aramî û ewlehiya welêt û xwest ku welatî nekevin nav provokasyonan.
Yilmaz Tunç eşkere kir ku ji bo zelalkirina bûyerê, proseya yasayî ketiye meriyetê û got: "Derbarê bûyeran de lêkolînên pêwîst ên îdarî û dadwerî tên kirin. Di vê çarçoveyê de, analîzkirina tomarên dengî û lêkolînên hûrgilî li ser wan bûyerên qewimîne, birêve diçin. Saziyên peywendîdar li ser vê babetê kar dikin."